lirik.web.id
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

lirik lagu serhado – sed carî

Loading...


hezkirin ne hest e

li hevkirin e

hurmet e, bawerî ye

hewldana fêmkirinê ye

hezkirin ne hest e

li hevkirin e

yê hez bike tiştek dike..

hezkirin kirin e

sed carî em bi hev ketin

sed carî em li hev hatin

sed carî hê fêm nakin
em çawa ji bin derkevin

çawa ketim feqa te?

erê ez ketim yanî

jê re dibêjin evîndarî

lê evîn kanî?

tеnê mam di bin vî barî de

di ser de jî lê zêdе dikî

min got qey li serê qaş î

li benda min î lê tu xuya nakî

ne diyar e ka tu li kû yî

heyî nînî? nêzî dûrî?

sed car hatî, sed car çû yî
nizanim bi kîjan rûyî?

sed carî dilê min şikand

sed carî pê ve nûsand

şikestiye, temam te şikand

çend cara tê bişkînî?

te çi got min a xwe danî

te çi xwest min ji te re anî

çûme xwarê, hatim banî

lê bi tistek jî ne razî..

çi bikim, bikim têrî nake

bikim nekim fêda nake

ji kû ve hatin kû de diçin
em heta kûdê bimeşin?

ez va pirsa ji xwe nepirsim?

em bê bersivan bi rê ve bibin?

çav bigrim? ez nebînim?

li çend qisûra nenêrim?

te ji mi re got “ji te hez dikim”

lê te qet ez fêm nekirim

ez bidim bidim nestînim?

heta kengî biqurpînim hmm?

dixenikim di behra kûr de

destê te li ser serê min e

dilê min di qirka min de

dest rake ez mame di bin de

hilm nagrim tu fêm nakî?

qey qerîna min nabihîzî?

em nabin yek, tim mane nîvî

naçe serî ji ber tu nînî!

min dilê xwe da destê te

tu çima lê ne miqate yî?

tu nizanî tu çi dikî..

ka carekê te ji xwe pirsî?

te çiqas ked da? çiqas heyî?

çiqasî li me bû xwedî?

çi hurmet ma? çi bawerî?

tu qîmeta vê nizanî

min hewl da bi her zimanî

çi bêjim jî tu guh nadî

va ez çûm.. tê fêm bikî

tu her bijî bi poşmanî

sed carî em bi hev ketin

sed carî em li hev hatin

vê carê ez fêm dikim

ez çawa ji bin derkevim…


Lirik lagu lainnya:

LIRIK YANG LAGI HITS MINGGU INI

Loading...